Bangawazî ji bo 18.07.2021 – Roja şoreşê! Meşa li Dresdenê!

Bangawazî ji bo meşa di roja şoreşa Rojava de: bi hev re di tekoşinê azadîyê de – şoreş biparêzin û Dewleta Alman bêçek bikin!

 

Meş | 18.07 | saet 13 Altmarkt | Festîval ê şoreşger | saet 15 Alaunplatz

Di salvegera şoreşa cîvakî a Federasyon a Bakur û Rojhilate Sûriyê/Rojavayê Kurdistanê, em ji her kes re bang bikin ji bo ku em bi hev re bikevin kolan! Roja 18.07.2021 em ê bi hev re bimeşin ji bo rizgariyê, ji bo parastina şoreşa demokratîk, femînîst û ekolojîst ê Rojhilata Navîn û di hemû cîhanê de! Em ê şerê hikumet a faşîst a tirk, Erdogan, û hevkariyên xwe yê Dewleta Alman protesto bikin. Ev ne tene Rojava bixe bin xeter. Erdogan û hevkarên xwe yên Alman Başûrê Kurdistanê jî êrîş dikin. Van êrîşan ne tene li hemberî hevalên me ne lê li hemberî fekiriyê ku ji bo cîhanêkî baştir kar dike û, lewra, li hemberî me hemû. Vî demê, em ê piştgiriya xwe bi hemû tevgerên azadîyê û hemû tekoşinên ji bo jiyanekê rast nîşan bikin!

Di roja 19ê Tîrmehê 2012ê de salvegera ji yek ji wan şoreşên herî girîng a sedsala 21emîn e: şoreşa Rojava kanîyekê hêvî ye ji bo tevahî Sûriyê, Rojhilata Navîn û ji bo tevahî cîhanê. Ên ku di Reveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin, ne tene li hemberî DAIŞ serdiketin lê hevjiyana xwe jî formulek ji bo cîhaneke bi edalet, aşîtî û azadî ye.

Di Rojava de, cîvak bin modela Konfederalîsme Demokratîk xwe rexistin dike. Bi rêveberiyekê xweser û rexistinbûyîna bingehan a demokratîk, hevjiyana gelan bi aşîtî, hevjiyanekê ekolojîk û demokratîk şekil digire. Heza motor ev e: hezaran jinan ên tekoşer ku di meclis, kooperatîf, yekenîyên parastin, akademîyên hwd. de xwe rexistin bikin û ji bo cîhanekî azad tebikoşin.

Di roja 18 Tîrmehê 2021ê de em ê saet 13 mêşekî dest pê bikin û em ê bi hev re heta Alaunpark bimeşin. Li wir festîvalek çebibe. Li wir em dixwazin niqaş bikin, tecrube parve bikin, karê hunermendên jî bibînin, govend bigirin û binerin ka cîhanekî nû çawa dixuye!

Em banga hemû hezên ekolojîst, femînîst, antî-kolonîyalîst, antî-kapîtalîst û azadîxwaz ji bo ku derbikevin kolan! Em ê di tekoşîna azadîyê û ji bo avakirina pêşerojekî ku jiyanî ji bo her kes de dengê xwe bilind bikin! Em ê şerên li hemberî mirovahî û xirakirina dûnya bisakinin! Bi agir di dîlên xwe de, em şoreş biparêzin, li vir û niha, di cîhanê de û bê navber!

Berxwedan Jîyan e!

UTA Women’s Initiative
JXK Dresden – Students Women from Kurdistan
Women Defend Rojava Dresden
Women Defend Rojava Berlin
Association of German-Kurdish Encounters e.V.
Kurdish Youth Dresden
Free Kurdish Community – Berlin e.V.
Rojava Solid Alliance Leipzig
Local Network Dresden of the Network of Resistance & Rebellion
Base Group Internationalism
Initiative for Peace in Kurdistan
Undogmatic Radical Antifa Dresden
Solidarity Coalition Magdeburg
FAU Dresden

Dibe ku tu jî wısa bifikirî: hîn karê me heye. Tu jî dikarî alîkarî bide me (rexistinkirin, avakirin, afişxistin hwd. – karê me pîr e! ;)), ji kerema xwe re, bi me re têkîlî ser e-mail bike: tdr2021-dresden [at] riseup [noqte] net.
Ji me re pîr alîkar bibe ku tu banga meş di dîjîtal medya (instagram, facebook, tiktok hwd.) de bikî yanjî ku tu belavok parve dikî. Me vî amadê kir:

Flyer

Flyer A5